DÎSKÎyê hejmara aboneyên ava vexwarinê derxist 504 hezar û 984an

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebatên xwe yên di 4 mehên dawî de li tevahiya bajêr 9 hezar û 722 qeydên nû kirin û hejmara aboneyên ava vexwarinê derket 504 hezar û 984an.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo parastina mafên welatiyan ên der barê ava vexwarinê de û pêşî li windakirin û bikaranîna derqanûnî bê girtin, li tevahiya bajêr xebatên abonetiyê didomîne.

Li navenda bajêr 8 hezar û 392 aboneyên nû

Di encama xebatên ku li navenda bajêr ji bo pêşî li bikaranîna ava bêqeydkirî bê girtin û ji bo nûkirina agahiyên qeydê yên aboneyên heyî hatin kirin, Midûriyeta Karên Aboneyan di 4 mehên dawî de 8 hezar û 392 aboneyên nû çêkirin.

Li navçeya Yenîşehîrê 740, li navçeya Baglarê 3 hezar û 710, li Kayapinarê 3 hezar û 542 û li navçeya Sûrê jî 400, li navenda bajêr 8 hezar û 392 abeneyên nû hatin çêkirin.

Hejmara aboneyên 13 navçeyan jî 137 hezar û 678 e

Ekîbên DÎSKÎyê yên ku li 13 navçeyan xebatê dimeşînin, di 4 mehên dawîn de hezar û 330 aboneyên xwe zêde kirin. Bi giştî hejmara aboneyan li 13 navçeyan derket 137 hezar û 678an.

Xebatên abonetiyê dê berdewam bikin

DÎSKÎ ji bo pêşî li bikaranîna avê ya winda û bêhiqûqî bigire dê li navenda bajar û navçeyan xebatên xwe yên abonetiyê bi rêkûpêk bidomîne.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30