Amfîtiyatro piştî çaksaziyê dê were aktîfkirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Amfîtîyatroya ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bêkar mabû, seh kirin û xwestin ku ji bo ku qad ji nû ve bê aktîfkirin xebat bên destpêkirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û hin yekîneyên Serokatiya Daîreya Ciwan û Sporê yên li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ziyaret kirin. Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Aziz Ozdogan û Ozgur Yildiz û serokên dezgehên pêwendîdar amade bûn.

Amfîtiyatro dê bê aktîfkirin

Hevşaredaran yekîne ziyaret kirin û piştre çûn Amfîtîyatroya ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bêkar mabû.

Hevşaredarên ku qada Amfîtiyatroyê kontrol kirin, ji bo parastin û sererastkirina Amfîtîyatroyê û ji nû ve aktîfkirina wê yekîneyên têkildar wezîfedar kirin. Hevşaredaran daxwaz kirin ku di xebatên nûkirin û temîrkirinê yên li deverê bên kirin de divê welatiyên astengdar ji nedîtî ve neyên hêlan.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30