Dazwaz ji Civîna Plana Stratejîk a Şaredariyê hatin kirin

Di civîna Plana Stratejîk de ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun jî amade bûn, der barê daxwazên kom, muxtar û welatiyan de axaftin hatin kirin.

Xebata ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029an dabû destpêkirin dewam dike. Bi muxtar û nûnerên saziyên sivîl re hevdîtinên "Koma Fokûs " hatin lidarxistin û li Şaredariya Bajarê Mezin jî der barê daxwazên welatiyan ên li stantên ku li gelek nuqteyên bajêr hatin vekirin de, civînek hat lidarxistin.

Daxwaz hatin pêşkêşkirin

Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Zerîn Turk, Reşat Bakan, Azîz Ozdogan û Ozgur Yildiz, serokên daîreyan û rêveberên yekeyên pêwendîdar beşdarî civîna nirxandina Plana Stratejîk a ku di bin serokatiya Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun de hat lidarxistin bûn. 

Di civînê de bi muxtar û koman re hevdîtin hatin kirin û der barê daxwazên welatiyan ên têkildarî Plana Stratejîk a 5 salan de axaftin hatin kirin.

Xebatên Plana Stratejîk dê di meha Îlonê de biqedin

Şaredariya Bajarê Mezin dê xebatên xwe yên Plana Stratejîk a 2025-2029an a ku dê 5 salan bidomîne biqedîne û di meha Îlonê de bi raya giştî re parve bike.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30