Hevşaredaran li gundê Elwendî serdana welatiyan kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi welatiyan re li Elwendî yê navçeya Çinarê hatin cem hev, li daxwazên wan guhdarî kirin û diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkan çi pêwîst bike dê bikin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdanên xwe yên li navçeyan didomînin. Hevşaredarên ku çûn serdana gundê Elwendî ya navçeya Çinarê, Hevşaredarên Çinarê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzu û endamên meclîsê jî li gel hevşaredaran hatin.

HevÅŸaredaran guh dan daxwazan

Hevşaredar bi muxtar û welatiyan re hatin cem hev, bi şêniyên taxê re sohbet kirin, daxwaz û pêşniyarên wan guhdar kirin. Hevşaredaran diyar kir ku bandora rêveberiya qeyûmê ya li 17 taxan hê jî didome û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyan ên li gundan çi pêwîst bike dê bikin.

Kontrola li ser rêya gundan

Hevşaredaran rêya taxa Koma Elwendî a 5 kîlometre û nîv ku, xebatên jêrzemînê bi dawî bûn, lê ji ber sedemên cuda yên dema qeyûman nehat asfaltkirin, xebat hatin destpêkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30