Hevşaredar: Em ê daxwazên gel gav bi gav bi cih bînin

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di hevdîtina bi welatiyên li Ben û Sen de gotin ku ew ê notên xwe yên li ser daxwazan gav bi gav bi cih bînin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, serdanên taxan didomînin. Di hevdîtina gel a li Ben û Sen a di nav sînorên Taxa Şehîtlikê ya girêdayî navçeya Yenişehirê de, Hevşaredar Bucak û Hatun, Hevşaredarên Şaredariya Yenişehirê Safiye Akdag û Mehmet Ergun, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Zerin Turk, Reşat Bakan û Aziz Ozdoğan, serokên daireyan û endamên meclisê û niştecihên taxê beşdar bûn.

Hevşaredar Bucak: Em dixwazin bi hev re pirsgirêkan çareser bikin

Hevşaredar Bucak a ku di hevdîtina gel de axivî, diyar kir ku ew li vir di Mala Jiyana Çalak a Jinan de gelek caran dicivin û tevî ku pirsgirêkên wan ên cuda hene, wan hay ji girîngiya Ben û Senê ji bo gel heye. Bucak wiha axivî: "Em wek rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin, serokên daireyan, endamên meclisê hatin da ku guhdariya we bikin. Em dixwazin wek Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Yenişehirê bi hev re pirsgirêkên taxê çareser bikin. Em dixwazin guhdariya pêşniyarên we yên derbarê vê parkê de bikin. Zarok û jin, ji bo vê parkê çi dixwazin, daxwazên wan çi ne? Qada futbolê dixwazin an hewz?"

Hevşaredar Hatun: Em ê pirsgirêkan çareser bikin, em ê ji zarokan re hewzekê çêbikin

Hevşaredar Hatun jî diyar kir ku piştî hevdîtinên wan bi hemû beşên bajêr re, ew li taxan digerin û got: "Li ku derê pirsgirêk hebe, li ku derê 8 sal e xizmet tunebe, em dixwazin bi yên ku li wir dijîn re civînan bikin û bi hev re çareseriyekê bibînin. Zarok ji me re dibêjin ku 'hewzekê ji me re çêbikin'. Em ê ji wan re hewzekê çêbikin. Pirsgirêkên vê taxê çi bin, werin em bi hev re çareser bikin. Hûn dikarin îro biaxivin, pirsgirêkên xwe bînin ziman da ku em bi hev re çareser bikin."

Daxwazên welatiyên

Welatiyên ku di hevdîtina gel de axivîn, daxwaz kirin ku li Ben û Sen têkoşîna li dijî madeyên hişber bê meşandin, rêwîtiyên otobusan bên zêdekirin û melevanîgeh, parkên zarokan, pirtûkxane, qadên voleybol û futbolê bên çêkirin.

'Em ê notên ku me nivîsandine gav bi gav bi cih bînin'

Hevşaredarên ku bi guhdarîkirina welatiyên daxwazên wan yek bi yek not kirin, gotin: "Em soz didin we, em qet pişta xwe nadin vir, em ê notên ku me nivîsandine gav bi gav bi cih bînin. Em ê yekîneyên pêwîst jî erkdar bikin ji bo daxwazên ku we anîn ziman û em ê bi hev re xebatên ku em dikin bibînin."

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30