Şewata li 3yemîn Sîteya Pîşesaziyê hat vemirandin

Şewata ku li Kayapinarê li 3emîn Sîteya Pîşesaziyê derket bi mudaxeleya îtfaiyeyê hat vemirandin.

Li kargeha ku li 3yemîn Sîteya Pîşesaziyê li Bloka 3an ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Li ser agahdarkirinê ekîbên agirkujiyê hatin cihê şewatê.

Tankerên avê yên girêdayî Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) û Midûriyeta Park û Baxçeyan jî piştgirî dan xebatên vemirandinê ku 10 wesayît û 45 xebatkarên Îtfaiyeyê beşdar bûn.

Agir hat vemirandin

Ekîbên îtfaiyeyê yên bi koordînasyona Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Reşat Bakan, bi lez û bez şewata ku di saet 08.30an de dest pê kiribû û sedema wê nediyar girt bin kontrolê.

2 Neferên îtfaiyê birîndar bûn

4 Neferên îtfaiyê yên ku di dema xebatên vemirandinê de ketin ber bandora dûmanê, ekîbên tenduristiyê yên lezgîn 112 sewqî herêmê kirin bi ambûlansan midaxele lê kirin. 2 neferên îtfaiyê ên ku di dema vemirandina agir de di encama teqînekê de birîndar bûn jî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.

Tîmên zabiteyan tedbîr girtin

Ekîbên zabiteyan li herêmê ji ber şewata ku di kargeha ku lubrîkant û perçeyên îsotê difroşin derket tedbîrên ewlehiyê girtin.

Piştî şewat hat vemirandin ekîbên agirkujiyê xebatên sarkirinê kirin û ji bo tespîtkirina sedema şewatê dest bi xebatê kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31