Şaredariyê ji 7 kargehan dahata xwe ji sedî 24 zêde kir

Rêveberiya nû ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, îsrafên 7 kargehên ku ji qeyûman standin dan sekinandin û dahata xwe ji sedî 24 ango milyonek zêde kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi rêgirtina li ber îsrafa heyama qeyûman, di nava 3 meh û nîvan de dahata xwe ya hin tiştan ji sedî 24 zêde kir. Serokatiya Daîreya Pêşdebirina Çavkaniyan û Piştevaniyê, daneyên Borsaya Heywandariyê, Kargehên Termînalên Navbajaran ên Amedê (DÎŞTÎ), Otogara Navçeyan a Rojava, Otogara Navçeyan a Rojhilat, Otogara Navçeya Bismilê, Otogarên Bismil û Farqînê nirxandin. Rêveberiyên Herêmî daneyên rêveberiya nû ya ku piştî hilbijartinan dest bi kar kir, ji bo 3 meh û nîvan di navbera 15ê Nîsanê û 31ê Tîrmeha 2024an de dan ber hev.

Di encama guhertinan de hatina Borsaya Heywanan a ku di heyama qeyûm de 475 hezar û 193 TL bû, ji aliyê rêveberiya nû ve daket 971 hezar û 622 TL; Dahata 538 hezar û 976 TL ya Otogara Navçeyan a Rojava daket 612 hezar û 786 TL; Dahata otobusan a kargehên Termînalên Navbajaran ên Amedê (DÎŞTÎ) ji milyonek û 969 hezar û 822 TLyî bû 2 milyon û 112 hezar û 164 TL; Dahata bedelên wesayîtên sivîl ên DÎŞTÎyê ku 194 hezar û 238 TL bû, bû 249 hezar û 156 TL; Dahata Otogara Navçeyan Bismilê ku 153 hezar û 774 TL bû, bû 167 hezar û 240 TL; Dahata Otogara Navçeyan Rojhilat ku 74 hezar û 747 TL bû, bû 81 hezar û 994 TL, dahatina Qesabxaneyên Bismil û Farqînê jî ku 33 hezar û 480 TL bû, bû 55 hezar û 080 TL. Dahata kargehan ku di heyama qeyûman de bi giştî 3 milyon û 440 hezar û 232 TL bû, di 3 meh û nîvan de 809 hezar û 813 TL zêde bû û bû 4 milyon û 250 hezar û 45 TL.

'Guherîna rêveberiyê bandorek li ser kir'

Serokê Daîreya Pêşvebirina Çavkaniyan û Piştevaniyê Mehdî Gumuş ji bo zêdebûna hatinê nirxandinek kir û diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûman di 15ê Nîsanê de bi hin guhertinan dest bi xebatê kirine.

Gumuş bal kişand ku guherîna rêveberiyê bandor li zêdebûna dahata kargehan kiriye û destnîşan kir ku wan di navbera 15ê Nîsana û 31ê Tîrmeha 2024an de 4 milyon û 250 hezar lîre dahat berhev kirine. Gumuş aşkera kir ku her çend li gorî heman mehên par tu guhertineke tarîfeyê çênebûbe jî 800 hezar lîreyî zêde bûye.

'Em databasê ava dikin'

Serokê Daîreyê Gumuş got, “Bi guhertinan re daneyên me zêde bûn. Zêdebûn rojane ji hêla hevkarên me ve têne ragihandin û em van daneyan tavilê dişopînin. Em databasekê çêdikin da ku bibînin ka kêmbûn an zêdebûn heye."

'Dahat ji bo xizmeta gel hate bikaranîn'

Gumuş diyar kir ku hatina zêde ya Midûriyeta Pêşxistina Çavkaniyan û Piştevaniyê li butçeya şaredariyê hat zêdekirin û ji bo xizmeta gel dîsa hat bikaranîn.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30