Paqijkirina berfireh a xeta ava baranê ya li Kolana Sakaryayê

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser şebekeyên xeta ava baranê ya li ser Cadeya Sakarya ku yek ji cihên herî qelebalix ên bajêr e û li navçeya Baxlarê ye, xebatên paqijkirina berfireh kir.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) li seranserê bajêr xebatên paqijkirina xetên kanalîzasyon û ava baranê didomîne.

Ekîbên DÎSKÎyê ji bo ku di xeta ava baranê ya li ser Cadeya Sakaryayê ya ku yek ji cihên herî qelebalix ên bajêr e, neyê astengkirin xebatên paqijiyê yên berfireh kirin.

1200 metre dirêj xeta ava baranê hat paqijkirin

Di xebatên ku ekîbên DÎSKÎyê û wesayîtên kanalîzasyonê dimeşînin de şebekeyên ava baranê yên 1200 metre dirêjî tevahiya Kolana Sakaryayê girtine hatin paqijkirin.

Kolandin û bermayiyên ku di dema paqijkirina xetên şebekeya ava baranê ya li ser Cadeya Sakaryayê hatin hilanîn, ji bo tinekirinê birin Qada Depokirina Çopê ya Şaredariya Bajarê Mezin.

Piştî xebatên paqijiyê yên berfireh ekîbên Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji bo bermahiyên ku neyên avêtin nav şebekeyên ava baranê bi esnafê Kolana Sakaryayê re civînek li dar xistin.

Kaniyên xerabûyî hatin guhertin

Ekîbên DÎSKÎyê jî li Cadeya Sakaryayê kaniyên ku xirabe bûn guhertin. Bi vê xebata ekîban re pêşî li îsrafkirina avê hat girtin û hewcehiyên avê yên welatî û esnafên ku hatin dikanan hatin dabînkirin.

Esnafên Kolana Sakaryayê ji ber xebatên ku hatin kirin spasiya ekîbên DÎSKÎyê kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30