Li Peyasê li ser rêya nû ya girêdanê xeta ava baranê hat çêkirin

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo rê li ber rewşên neyînî yên ku di dema barana zêde de çêdibin, li ser rêya girêdanê ya ku nû hatiye çêkirin li Bulvara Mahabadê ya navçeya Kayapinarê xeta ava baranê çêkir.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo binesaziya saxlemtir bide welatiyan, veberhênanên xwe li seranserê bajêr didomîne.

Xebatên ekîbên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a ji bo rêya girêdanê ya nû ya li Bulvara Mehabadê ya navçeya Kayapinarê dewam dikin, Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ku ji bo rêya nû ya girêdanê xebat û projeyên wê amade kir, 150 metre xeta ava baranê û şebekeya ava baranê danî. 

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê dê li seranserê bajêr xebatên binesaziyê bidomîne.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30