4 hezar cihên kar hatin saxtîkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku welatî bigihêjin berhemên xurekên saxlem, di 4 meh û nîvên dawî de 4 hezar cihên kar kontrol kirin, bi tevahî 1 ton 800 kîlo berhemên xerabûyî û demdirêj îmha kirin û perwerde da 7 hezar û 665 kesan.

Ekîbên Kontrolkirina Xwarinê yên girêdayî Midûriyeta Karên Tenduristiyê li cihên ku rasterast tenduristiya gel eleqedar dikin, wek xwaringeh, kafe, xwarinxane, pastexane û kargehan, kontrolên xwarinê didomînin.

Di çarçoveya xebatên ku ji bo agahdarkirina xebatkaran hatin kirin de ekîban di 4 meh û nîvan de li 4 hezar ciyên kar kontrol kirin û li ser kar perwerdeya 7 hezar û 665 kesî dan.

1 ton 800 kîlo berhem hat îmhakirin

Di kontrolan de 1 ton û 800 kîlo berhemên xerabûyî û demborî hatin îmhakirin, 12 girtename jî ji bo kargehên ku danûstendinên derqanûnî dikin hatin girtin.

Ekîbên Kontrolkirina Xwarinê ji bo ku gel bigihîje xwarina bi ewle dê kontrolên xwe berdewam bikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30