Şaredarî dê ji bo Kurdî termînolojiya hevpar çêke

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, rapora ku der barê pêşnûmeya ku di civîna asayî ya Tîrmehê de hat qebûlkirin, ji bo standardîzekirina têgînên kurdî û têgehên pîşeyî yên ku li şaredariyan tên bikaranîn bi yekdengî qebûl kir.

Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, yekemîn rûniştina civîna asayî ya meha Tebaxê li salona Şaredariya Bajarê Mezin pêk anî. Endamên meclîsê beşdarî civîna bi serokatiya Cîgira Şaredara Bajarê Mezin Evîn Yelboga bûn.

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a ku li ser mijarên rojevê niqaş kir, rapora Komîsyona Çandê ya derbarê pêşniyara ku di civîna asayî ya meha Tîrmehê de ji bo standardkirina têgînên kurdî û têgehên pîşeyî yên ku li şaredariyan pir tên bikaranîn hat qebûlkirin, nirxand. Meclîsê piştî xwendin û nirxandina raporê bi yekdengî rapor qebûl kir ku ji bo navên yekîneyên ku di bin serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wezîfe dikin xwedî termînolojiya hevpar be, herweha ji bo vê jî komxebata “Çêkirina Termînolojiya Hevbeş a Kurdî” were lidarxistin.

Di encama daneyên komxebata ku dê bi beşdariya pisporên di warê ziman de bê lidarxistin de, dê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sepana pîlotê bê destpêkirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30