HevÅŸaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hin yekîne û tesîsên ÅŸaredariyê seh kirin û ji bo ku Tesîsên Sporê yên Åžilbê, ÅŸitildank û tavgehê ji nû ve biserober bikin, yekîneyên eleqedar wezîfedar kirin.Â
Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun hin yekîne û tesîsên girêdayî Midûriyeta Xizmetên Ciwan û Sporê û Midûriyeta Park û Baxçeyan kontrol kirin.
HevÅŸaredar bi Alîkarê Sekreterê GiÅŸtî ReÅŸat Bakan, serokên dezgehan û endamên meclîsê re amade bûn.Â
HevÅŸaredaran Hewza Vekirî ya TOKÃŽ ya Seyrantepe û Tesîsên Sporê yên Åžilbê yên bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê û ÅŸitildank û ravgeha di bin banê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan de kontrol kirin û der barê xebatê de agahî ji serokên yekîneyan girtin. Â
Qada zarokxaneyê dê ji nû ve were sererast kirin
Hevşaredaran diyar kir ku ji bo ku qada kreş bi temamî bixebite, amadekariyên pêwîst bên kirin û diyar kirin ku divê gel bi xebatên weke hatûçûna civakî û rêyên meşê li herêmê zêdetir sûdê ji qada kreşê werbigire.
Tesîsa werzîşê dê bikêrtir bibe
HevÅŸaredar Dogan Hatun ê ku tesîsên werzîşê ziyaret kir diyar kir ku divê tesîs bên cudakirin û destnîşan kir ku qadên werzîşê ne tenê bo futbolê ne.Â
Hevşaredaran ku xwestin tesîsên werzîşê bi bikêrtir bikin û çalakiyên cuda zêdetir bikin, ji bo kêmasiyên di tesîsan de ji holê bên rakirin erka wan dan.