Perwerdehiya avjeniyê ji zarokên otîstîk re tê dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên otîstîk kursên melevaniyê dide.

Ji bo 36 xwendekarên otîstîk ên ku li Navenda Perwerdehiya Sporê ya Otîzmê ya di nav Daîreya Karûbarên Ciwan û Werzîşê de qeydkirî ne, perwerdehiyên werzîşê yên bingehîn, fitnesa dil û demar û entegrasyona hestî têne organîzekirin.

Mamosteyên pispor di çarçoveya perwerdehiya entegrasyona hestî û hîdroterapî de hefteyê carekê dersa melevaniyê didin 12 xwendekarên otoîstîk ên di temenê biçûk de ku li navendê li Hewza Derve ya Seyrantepe TOKÎ'yê qeydkirî ne.

Zarokên Otîstîk ên ku perwerdehiya melevaniyê distînin, îmkana wan heye ku bi hevalên xwe re demên xweş derbas bikin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30