Pirsgirêka ava vexwarinê ya Komelgeha Çermûgê hat çareserkirin

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pirsgirêka ava vexwarinê ya ku di mehên havînê de li Komelgeha navçeya Çermûgê hebû çareser kir.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên xwe yên veberhênan û xurtkirina binesaziyê didomîne da ku ava vexwarinê bi awayekî bênavber û saxlem bigihîne cihên herî dûr ên bajêr. 

Di vê çarçoveyê de ekîbên DÎSKÎ yên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê bi taybetî di mehên havînê de dest bi xebatê kirin, li Komelgeha navçeya Çermûgê ku 128 mal lê dijîn, li ser xeta şebekeya ava vexwarinê xebatên xurtkirin û zêdekirina xeta ava vexwarinê kirin.  Di encama xebatên ku hatin kirin de pirsgirêka ava vexwarinê ya bi salan e didome hat çareserkirin.

Şêniyên taxê ji ber xebatên ku tên kirin kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya ekîbên Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê kirin ku bi taybetî di mehên havînê de ji ber ava vexwarinê gazindên wan çareser kirine.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30