Hevşaredar Hatun: Em ê bi danîna çavkaniya Ava Germavê tavgehan ava bikin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, diyar kir ku ew ê li Taxa Çaroxiyê bi danîna Çavkaniya Ava Kaniya Jeotermalê qadên xebatê yên şaredariyê kontrol bikin û tavgehê ava bikin. 

Hevşaredar Hatun ewil kaniya Jeotermal (Ava Germ) ya li Taxa Çaroxiyê ziyaret kir. Hevşaredar Hatun ku der barê herêmê de agahî ji serokên yekîneyan girt, diyar kir ku ew ê ava kaniyê bixebitînin û li herêmê tavgehan ava bikin.

Hevşaredar Hatun: Em ê piştgiriyê bidin cotkaran

Hevşaredar Hatun diyar kir ku zeviyên Taxa Çaroxiyê têra pêdiviyên xwarinê yên bajêr dikin, ew ê di vî warî de lêkolînan bikin û piştgirî bidin hilberîna cotkaran.

Dê peyarê û peyzaj bên çêkirin

Hevşaredar Hatun ji bo paqijkirina qadên kar ên li derdora Rêka Mêrdînê ya ji Taxa Çaroxiyê derbas dibe, yekîneyên têkildar wezîfedar kirin. 

Hatun daxwaz kir ku Midûriyeta Parq û Baxçeyan di ketina bajêr de asfalt û peyzajê amade bike û bixe xizmetê.

Piştre Hevşaredar Hatun Borsaya Heywanan û 75 Tenîs a li navçeya Kayapinarê lêkolîn kir û der barê çalakiyan de agahî girt.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30