Zarokistan dê ji bo dewreya nû ya perwerdeyê amade bin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak kreşxane û Malên Lênêrînê yên Zarokistanê kontrol kir û xwest ku kreş ji bo dewreya nû ya perwerdeyê amade bin.  

Hevşaredar Serra Bucak serdana Zarokistana  Baxcilar û 450 Evlerê ku di bin banê Daîreya Xizmetên Civakî de xebatên xwe dimeşînin,  kir û seh kir. Hevşaredar Bucak ku der barê rewşa heyî ya kreşan de ji serokên yekîneyan agahî girt, piştre dersxane, odeyên razanê, salona xwarinê, nexweşxane, salona werzîşê, salona muzîkê, salona konferansê û yarîgehên zarokan ên li kreşan ziyaret kir. 

Dê kêmasiyên li kreşan bên rakirin

Hevşaredar Bucak diyar kir ku kreş û navendên lênêrînê yên Zarokistanê ne weke yên di sala 2015'an de hatin hiştin. Bucak diyar kir ku ew ê beşên nebaş ên kreşan ji nû ve aktîv bikin û baxçe û qadên lîstikê nû bikin, ji bo ku kêmasiyan ji holê rakin û kreşxaneyan ji bo dewreya nû ya perwerdehiyê amade bikin yekîneyên têkildar wezîfedar kirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31