Wesayita xesandina heywanan a gerok ket ber xizmetê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku heywanên bêxwedî baştir bên parastin û hejmara wan di bin kontrolê de be, wesayiteke xesandinê ya gerok xist ber xizmetê.  

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê xebatên xwe yên li ser xwedîkirin û dermankirina sewalan didomîne. Di vê çarçoveyê de wesayiteke xesandinê ya gerok a ku bêyî ku heywanan ji cihekî bo cihekî din veguhezîne  li cihê wê dikare bê xebitandin.

Wesayîta gerok a ku ji bo karûbarên xesandinê hemû alavên pêwîst tê de hene, bi taybetî li herêmên ku gelek heywanên bêxwedî lê hene dê bê bikaranîn. Wesayîta xesandina mobîl ne tenê dê bihêle ku veterîner zûtir tevbigerin, lê di heman demê de dê di rewşên awarte de destwerdana bileztir jî bike.

Dê li herêmên ku nifûsa heywanan lê zêde ne xizmet bike

Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Vahap Saçakli diyar kir ku armanca wan ew e ku pirsgirêkên di barê veguhastina bo xesandinê sivik bikin û wiha got: “Em ê li qadên ku nifûsa heywanan lê zêde ye li cih û warên sterîl karê xesandinê bikin. Bi vî awayî, me dest bi vê xizmetê kir da ku stresa ku heywan dema ku ji herêmê têne derxistin ji holê rakin."

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30