Şaredarî xwendekaran ji bo îmtîhanên BESYOyê bêpere amade dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xwendekaran ji bo îmtîhana Lîseya Perwerdeya Bedenî û Sporê bêpere amade dike. Hevşaredar Dogan Hatun ê ku salona werzîşê ziyaret kir ji perwerdekaran re serkeftin xwest.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê ji bo piştgiriya ciwanan kursên bêpere organîze dike. Di kursa ku ji bo xwendekaran ji bo îmtîhanên Dibistana Perwerdeya Bedenî û Sporê (BESYO) amade bikin hat dayîn, ji ber daxwaza gel sînorê kotayê hat rakirin. Kursa ku dê rojên Duşem, Çarşem û Înê li Salona Sporê ya Baxlarê heta dawiya meha Tebaxê berdewam bike mamosteyên pispor beşdar dibin.

Derfeta xizmeta belaş

Piştgiriya servîsa belaş jî tê pêşkêşkirin da ku rehetiya xwendekaran di kursê de dabîn bike.

Hişyariya li dijî tiryakê

Ji bilî perwerdeya amadehî, antrenorên Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên beşdarî kursê dibin, li dijî tiryak û madeyên hişber perwerdehiya hişmendî û hesasiyetê didin.

Mamoste der barê tiryak û madeyên hişçelqîn de hişyariyê didin xwendekaran û bi dirûşma "Pêbend nebin, azad bibin" çalakiyên hişyariyê li dar dixin.

Hevşaredar Hatun li salona sporê bi xwendekaran re hevdîtinek pêk anî

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, xwendekarên li Salona Sporê ya Baxlarê dixwînin ziyaret kir. Hatun ku der barê perwerdeyê de agahî ji serokên yekîneyan girt, salon lêkolîn kir û bi xwendekaran re sohbet kir. Hevşaredar Hatun ji xwendekaran re serkeftin xwest. 

'Ez dixwazim di pêşerojê de xwendekarên baş bigihînim'

Ji perwerdekaran Zîlan Aydemîr jî diyar kir ku ew ji bo îmtîhanên beşa perwerdeya bedenê hatiye vir û wiha got: “Ez dixwazim bibim antrenor. Ez dixwazim di pêşerojê de xwendekarên baş bigihînim. Şaredariya Bajarê Mezin vê derfetê dide me. Ez gelek spasiya wan dikim." 

Ji perwerdekaran Serhat Ekîncî jî diyar kir ku perwerde bi feyde bûn û wiha got: “Li gel perwerdehiyê der barê tiryakê de jî agahî distînin. Em hişyar dibin. Her wiha di mijarên ku divê ciwan, civak û malbatên me hay ji wan hebin jî em piştgiriyê digirin. Her kes haydar be. Em ji tiryakê re dibêjin na.”

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30