Meclîsa Şaredariyê avakirina Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran qebûl kir

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi yekdengî avakirina Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û pîran qebûl kir.

Sêyemîn rûniştina civîna asayî ya meha Tebaxê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, di bin serokatiya Hevşaredar Dogan Hatun de hat lidarxistin.

Di civîna ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên girîng ên bajêr xalên di rojevê de hatin nirxandin, di nava Şaredariya Bajarê Mezin de avakirina Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û pîran hat rojevê.

Bi yekdengî hat qebûlkirin

Xala rojevê ya avakirina Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û pîran ku pêşkêşî meclisê hat kirin, ji aliyê endaman ve bi yekdengî hat qebûlkirin.

'Em spasiya kesên ked dane dikin'

Serokê Federasyona Pêkhateyên Astengdaran Abdulmecît Yilmazê ku beşdarî rûniştina meclisê bû û piştî dengdayînê axivî, diyar kir ku ew wek astengdar ev demeke dirêj e li benda vê biryarê ne. Yilmaz spasiya endamên meclîsê bi taybetî Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun û kesên ku keda wan di avakirina daîreyê de heye kir.

Civîna Meclisê bi nîqaş û biryara li ser xalên din ên rojevê bi dawî bû.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30