Ji bo Çaroxiyê gava yekem hat avêtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser Rêka Mêrdînê ya ku ji Taxa Çaroxiyê derbas dibe, dest bi amadekariyên peyzaj û hawirçakiyê kir. Di vê çarçoveyê de ekîbên zabiteyan ji bo paqijkirina qadên kar hatine dagirkirin çalakî pêk anîn.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, di 13'ê Tebaxê de li Taxa Çaroxiyê seh kir û ji bo paqijkirina qadên kar ên li ser Rêka Mêrdînê û çêkirina peyarê û peyzajê, yekîneyên eleqedar wezîfedar kir.

Hatun daxwaz kir ku Midûriyeta Park û Baxçeyan di ketina bajêr de asfalt û peyzajê amade bike û bixe ber xizmetê.

Pêngava yekem hatiye avêtin

Di vê çarçoveyê de ekîbên girêdayî Midûriyeta Zabiteyan li qadên ku dê peyzaj û hawirçakî lê bête kirin xebat dan destpêkirin. 

Ekîban der barê xebatên ku bên destpêkirin de agahî dan esnafan, ji bo rakirina îşxalê 11 teblîxên nivîskî kirin û 15 kargehan jî bi devkî hişyar kirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30