DÎSKÎyê 2 hezar û 226 bîrên sondajê nû kirin

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li tevahiya bajêr 2 hezar û 226 bîrên bîrê ji bo ava bênavber û saxlem nû kirin.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku ava vexwarinê bênavber li tevahiya bajêr bê peydakirin xebatên xwe yên nûkirin û temîrkirinê didomîne.

Di vê çarçoveyê de Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ku bi armanca xizmeteke baştir ji welatiyan re li 4 navçeyên navendî û 14 navçeyên deranî veberhênanên xwe yên binesaziyê didomîne, ji bo ku ji ber zêdebûna avê bandoreke neyînî çênebe di bîran de xebatên nûkirin û temîrkirinê dimeşîne. 

Kêmasiyên 2 hezar û 226 bîrên kolandinê hatin çareserkirin

Di 4 mehên dawî de li tevahiya bajêr bi taybetî li taxên gundewarî bi giştî 2 hezar û 226 bîrên avê ku 670 jê mekanîk û hezar û 556 jê jî elektrîk bûn, hatin sererastkirin û aktîfkirin.

170 pompeyên binê avê hatin danîn

Li gundan di nava 4 meh û nîvan de 170 pompeyên binê avê bi maşîneya kar ji bîran hatin derxistin, tamîrkirin û ji nû ve hatin çalakkirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30