Hevşaredaran bersiv da bangên ALO 153

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ji bo banga welatiyan a li Navenda Telefonê ya ALO 153 bersivandin û daxwaz û pêşniyar ji yekîneyên eleqedar re şandin. 

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun li Navenda Telefonê ya ALO 153 a li Sumerparkê di bin banê Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel de dixebitin dest bi kar kirin.

Hevşaredaran bi Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan û Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş re der barê xebatên navenda bangê de agahî ji serokên yekîneyan wergirtin.

Hevşaredaran bersiv da bangên welatiyan

Hevşaredaran bi xwe bersiv da bangên welatiyan ên li Navenda Telefonên ALO 153 û pêşniyar, daxwaz û giliyên wan girtin. Hevşaredaran bi baldarî li daxwazên gel ên di bangên hatin de guhdarî kirin û daxwaz ji yekîneyên pêwendîdar re ragihandin ku li nuqteya çareseriyê lez bikin. 

Kapasîteya navenda telefonê dê bê zêdekirin

Hevşaredaran her wiha ji bo xebatên bi lez û pêbawer ji bo zêdekirina kapasîteya 153 Navenda Banga ALO'yê yekîneyên têkildar wezîfedar kirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30