190 kîlometre rêyên nû hatin çêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di nava 4 mehên dawî de li tevahiya bajêr 190 kîlometre rê temam kir, li ser 225 kîlometre rêyan xebatên xwe didomîne.

Midûriyeta Koordînasyona Bineaziyê û Çêkirina Rêyan, di xebatên xwe yên ji bo ewletir û rehettirkirina çûnûhatinê, li bejahiyên 17 navçe û taxên bajêr, li ser rêyên komê yên taxan û girêdanan xebatên binerd, tijîkirin, tekûzkirin û asfaltê dimeşîne.

Xebatên 225 kîlometre rê dewam dikin 

Ekîbên ku bi çêkirina rêyên nû li taxên komê yên li bejahiyê pirsgirêkên çûnûhatinê çareser dikin, ji bo ewlehiya welatiyan bi fedakarî dixebitin. Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ku di 4 mehan de çêkirina 190 kîlometre rê temam kirin û ketin xizmetê, 225 kîlometreyan xebatên xwe didomînin.

45 hezar ton asfalta germ hat dakirin

Ji bo ku di rûberên rê de xera nebe, ekîb li ser rêyên ku dê asfalta rûxayî lê bê lêkirin, xebatên binerd û binesaziyê dimeşînin û li cihên ku pêwîstî pê heye jî xebatên kolandinê û tijekirinê dikin. Ekîban li tevahiya bajêr 270 hezar metrekup xebatên kolandinê û tijîkirinê, 70 hezar ton madeya mekanîkî û 45 hezar ton asfalta germ darêtin. Her wiha li ser rêya 145 kîlometroyî jî rûkal hat çêkirin. 

210 hezar metre çargoşe kevirê asfaltê yê bi hev ve girêdayî ye

Ekîb xebatên xwe yên çêkirina rêyan didomînin û qeraxên rêyan ji bo bikaranînê amade dikin. Di vê çarçoveyê de li seranserê bajêr peyarê û rêyên meşê bi 210 hezar metre çargoşe kevirê hevgirtî li seranserê bajêr hatin çêkirin, li kêleka rêyan jî 11 hezar metre kevirên bazalt û beton hatin çêkirin. Her wiha 32 hezar metrekup dîwarên kevirî hatin çêkirin.

Hezar û 186 kîlometre xebata xetê rê hat kirin 

Ekîb her wiha li hemû rêyên ku li taxên gundan temam bûne jî xebatên xetê dimeşînin. Di vê çarçoveyê de hezar û 186 kîlometir karê xêzkirina rêyan hat kirin ku 302 kîlometre termoplastîk û 884 kîlometre jî sar bûn.

Li qadên heyî xebat û tamîrkirin dewam dike

Ekîb dema ku rêyên nû û peyarêyên nû çêdikin, li qadên heyî jî xebatên nûkirin û temîrkirinê dimeşînin. Li tevahiya bajêr 13 hezar metreçargoşe kevirên xêzkirî û 17 hezar metre bordûrên li seranserê bajêr lênêrin, tamîrkirin û nûkirin hatin kirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30