Hevşaredar li parka Koşuyolu ne: Em guh didin gelê xwe, Amedê qirêj nakin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun di çarçoveya kampanya hişyariya civakî ya ku bi şiyara "Em li parkan guh didin gelê xwe, em ji Amedê hez dikin, qirêj nakin" de li Parka Koşuyoluyê tûrikên çopê li welatiyan belav kirin.

Ji bo xebatên hişyariya civakî yên bi şîara "Em li parkan li gelê xwe guhdarî dikin, ji Amedê hez dikin, qirêj nakin" ya di çarçoveya Kampanyaya Paqijiyê ya ku  5'ê Hezîranê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatiye destpêkirin de îro li Koşuyolu hat lidarxistin.  Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, serokên daîreyan û endamên meclîsê beşdarî xebatê bûn. 

Tûrikên çopê hatin belavkirin

Hevşaredar li du koman hatin dabeşkirin û li Parka Koşuyolu geriyan, bi welatiyên li parkê bêhna xwe vedin yek bi yek sohbet kirin û daxwazên wan guhdar kirin. Hevşaredaran ku xwestin di mijara paqijkirina parkê de hestiyar bin, tûrokên çopê li welatiyan belav kirin. 

'Cihê kêfxweşiyê ye ku em Hevşaredarên xwe li kolanan bibînin'

Welatiyan diyar kirin ku ji ber tayînkirina qeyûman 8 sal in wan hevşaredaran li kolanan nabînin û gotin, “Pir xweş e ku hevşaredarên me li kolanan tên dîtin." Daxwaza xwe anî ziman ku "Cihê kêfxweşiyê ye ku Hevşaredarên me çalakiyên wiha li dar dixin û di nava gel de ne." 

Welatî axivîn, Hevşaredaran guhdarî kirin

Hevşaredaran baldarî li daxwaz, rexne û pêşniyarên gel guhdarî kirin û diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkan bi şev û roj dixebitin. Di serdanê de ku sohbetên xweş hatin kirin  bal kişand ku ciwan û jinan eleqeyeke mezin nîşan dan. Hevdîtina gel êvarê saet di 19.00’an de dest pê kir heta saet 22.00’an dewam kir.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30