Tarık Ziya Ekinci ji bo rêwîtiya xwe ya dawî ya li Amedê bi rê ket

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun beşdarî merasîma cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî bûn.

Cenazeyê dîrokzan, siyasetmedar, doktor û parêzvanê mafên mirovan Tarık Ziya Ekinci li gorî wesiyeta wî ber bi rêwîtiya dawî ya li Amedê ve hate şandin. Cenazeyê Ekîncî danê vê sibehê anîn Amedê. Ji bo cenazeyê wî ku anîn Goristana Şehîdan a navçeya Yenîşehîrê li Mizgefta Şehîdan nimêj hatin xwendin û nimêja cenaze hat kirin.

Tevî malbata Ekîncî, li Goristana Şehîdan nimêja cenazê ya ku ji bo Tarik Ziya Ekinci hat kirin, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Tuncer Bakirhan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun jî amade bûn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, Parlamenterê DEM'ê yê Amedê Serhat Eren, Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz, Rêxistina Parêzgeha Amedê ya DEM'ê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek welatî tevlî bûn.

Cenazeyê Ekîncî piştî axaftin û duayên xwendinê hate definkirin. Piştî definkirinê hevserok Bucak û Hatun tevî hevjîna Tarik Ziya Ekîncî Perîhan Ekîncî û malbatê sersaxî qebûl kirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30