Hevşaredar Bucak beşdarî vekirina Navenda Hevgirtina Jinan a Binevşê bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî vekirina Navenda Piştevaniya Jinan a Binevşê ya Şaredariya Yenîşehîrê bû. 

Navenda Piştevaniya Jinan a Binevş a ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve li Parka Jinan a Taxa Ûçkuyu ji bo piştevaniya bi jinan re hatiye avakirin, hat vekirin.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, hevşaredarên navçeyan û nûnerên saziyên sivîl beşdarî vekirinê bûn. 

Hevşaredar Serra Bucak di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku wan soz daye ku di sala 2016an de dema dest bi wezîfeyê kirin projeyên neqediyayî biqedînin.

Bucak da zanîn ku di demeke kin de dest bi pêkanîna projeyan kirine û ev yek gelekî watedar e û got, dema tundiya li ser jinê zêde dibe û sîstema hevserokatiyê tê nîqaşkirin, vekirina navenda şêwirmendiya jinan gelekî watedar û bi nirx e. 

Bucak spasiya jinên ku ked dane vekirina navendê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

"Ez spasiya hevalên me yên jin ên ku ked dane, şêwirmendên vê navenda şêwirmendiyê yên ku ji niha û pê ve wê pêvajoyê hîn berfirehtir bikin û jinên ku bi fikir û mejiyê xwe wê vê derê mezin bikin, dikim. Bila Navenda Jinan a Binevşê serketinê bîne Ameda me." 

'Navenda me mala jinan e'

Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag jî got, "Dema me dest bi wezîfeyê kir, me soz da ku em ê saziyên xwe yên jinan, yekîneyên xwe yên di warê çand, huner û ziman de dixebitin vekin. Îro me gava yekem avêt. Navenda me mala gel e. hemû jinên me yên li bajêr dijîn, em li vir li benda her kesî ne." 

Piştî axaftinan hevşaredar Bucak û beşdaran navend vekirin.

Bucak li Koperatîfa jinan geriya

Hevşaredar Bucak piştre Koperatîfa Hilberîn û Karsaziyê ya Jinan a Destên Şareza ku li Parka Jinê ye ziyaret kir. 

Hevşaredar Bucak li kooperatîfê geriya, der barê xebatê de agahî girt, demekê bi xebatkaran re sohbet kir û di karê wan de destxweşî xwest.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30