DÎSKÎ ji bo 2 dibistanan xetên ava vexwarinê datîne

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo hewcedariya avê ya 2 dibistanên ku li Taxa Talaytepeyê nû hatine çêkirin, bi dirêjahiya 400 metre xeta ava vexwarinê datîne.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo kêmasiyên binesaziya saziyên perwerdehiyê, îbadetxane, sazî û rêxistinan û her wiha daxwazên welatiyan ji holê rabike xebatên xwe didomîne.

Di vê çarçoveyê de ekîbên girêdayî Midûriyeta Ava Vexwarinê ji bo pêdiviyên ava vexwarinê yên dibistana seretayî ya ji 32 pola û kreşa zarokan a 8 pola ya li Taxa Talaytepeyê dabîn bikin xeteke ava vexwarinê ya 400 metre dirêj datînin.

Piştî ku xebat bi dawî hatin dê girêdana xeta ava vexwarinê û tanga dibistanan bê çêkirin. Bi danîna xeta ava vexwarinê re wê pêdiviyên avê yên dibistanan bên bicihanîn.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30