Li Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê xebatên paqijkirin û nûkirinê tên kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê ku bi destê TOKÎyê ve ji aliyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve hatiye çêkirin û heta niha bi dawî nebûye, xebatên paqijkirin û lênêrînê dimeşîne.

Midûriyeta Park û Baxçeyan xebatên xwe yên çaksazî û nûkirina qadên hêşîn didomîne da ku welatî bê pirsgirêk parkan bi kar bînin. Ekîb li Baxçeyê Miletî yê navçeya Yenîşehîrê ku bi kêmasiyên xwe ve sewqî Şaredariya Bajarê Mezin hat kirin, lê bi dawî nebûye xebatên paqijkirin, nûkirin û temîrkirinê bê navber dimeşînin.

'Me kêmasî ji şîrketa peymankar re ragihand'

Midûrê Yekîneya Temirandin û Temîrê ya Midûriyeta Park û Baxçeyan Sînan Bîçer der barê pêvajoya veguheztina Baxçeyê Miletî de çi qewimîbû agahî da. Bîçer, anî ziman ku Baxçeyê Miletî bi kêmasiyên xwe di Nîsana 2023an de radestî wan hatiye kirin, lê ev yek bi dawî nebûye. Bîçer got, “Weke Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin, me komîsyonek ava kir û bi hevalên xwe re me kontrolên pêwîst kirin û kêmasî anîn ziman û daxuyaniyeke nivîskî da. Me kêmasiyên li parkê ji şîrketa îhalekar re ragihand û me xwest ku kêmasiyên parkê bên sererastkirin. Di vê heyama pênc mehan de, wan gelek kêmasî rast kirin. Ji xeynî wê tu kar tunebû. Di Gulana borî de heyetek ji TOKÎ'yê hatibû Amedê. Me bi vê heyetê re li tevahiya parkê gerînek kir. Me wek Şaredariya Bajarê Mezin diyar kir ku heta kêmasî çênebin em ê vê derê negirin. Me 50 roj dem da heyetê. Mixabin di van 50 rojan de qasî serê neynûkê jî pêşveçûn pêk nehat.”

'Xebatên me bi awayekî aktîf dewam dikin'

Bîçer der barê xebatên xwe yên li Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê de wiha got: “Em wek Şaredariya Bajarê Mezin di vê pêvajoyê de ji bo rehetiya welatiyên xwe xebatên xwe yên li qada hêşîn a xeternak dewam dikin. Ji bo ku welatiyên xwe rehet bikin çi ji destê me hat me kir. Mixabin heta niha jî me tiştek ji heyeta TOKÎ'yê negirtiye. Xebatên me bi awayekî aktîf dewam dikin. Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê jixwe parkek e ku li cihekî girîng hatiye çêkirin. Wek Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku welatiyên me di rewşeke aram û ewletir de bimînin, em ê her tiştî bikin û bikin.”

'Em her tim li meydanê ne'

Biçer anî ziman ku Şaredariya Bajarê Mezin berpirsyariya xwe bi cih aniye û wiha got: “Xebatên me yên çinîna gîha, paqijkirin û avdaniyê li qada hêşîn bi awayekî rûtîn berdewam dikin. Em ji bo nûkirin û tamîrê stokên xwe û qutiyên çopê nû dikin. Pirsgirêkên têlan li qadên lîstikê hene, em çareser dikin. Em her tim li meydanê ne. Xebatên me yên li Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê berdewam dikin.”

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30