Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, serdana Meclisa Dayikên Aştiyê kir.
Di serdana ku li avahiya Dayikên Aştiyê ya li navçeya Baxlarê pêk hat de, Hevşaredara Farqînê Sevim Biçici û endamên meclisê jî li gel Hevşaredar Bucak beşdar bûn.
Hevşaredar Bucak, li ser mijarên rojeva bajêr bi Dayikên Aştiyê re dîtin û ramanên xwe parve kirin.
Dayikên Aştiyê kêfxweşiya xwe ya ji ber vê serdanê anîn zimên û ji Hevşaredar Bucakê re di peywira wê de serkeftinê xwestin.