Hevşaredar Bucak, malbata zaroka winda Narîn Guran ziyaret kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, dayik û bavê Narîn Gurana 8 salî ya ku 4 roj in li gundê Çûlê ya navçeya Baxlarê winda ye, ziyaret kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, ji bo dîtina Narîn Guran a 8 salî, çû gundê Çûlê ya navçeya Baxlarê, li vir xebatên lêgerînê dewam dikin. Hevşaredar Bucak li gel endamên meclîsa şaredariyê ewil li gel welatiyên li taxê li Qursa Qur’anê kom bûn hevdîtin kir.

Hevşaredar Bucak: Em ê her cure piştgiriyê bidin xebatên lêgerînê

Bucak piştre çû serdana dayik û bavê Narîn Guranê. Bucak bi dayik Yuksel Guran û bav Arif Guran re hevdîtin kir û der barê windabûna Narîn Guranê de agahî girt. Bucak destnîşan kir ku ekîbên şaredariyê beşdarî xebatên lêgerînê bûne û got ku ew ê wek Şaredariya Bajarê Mezin her cure piştgiriyê bidin xebatên lêgerînê yên ku ji bo dîtina Narîn Gurana 8 salî dane destpêkirin.

'Daxwaza me ew e ku keça me di zûtirîn dem de bigihê malbata xwe'

Bucak ji dê û bavê Narîn Guran re daxwaza sebrê kir û wiha got: "Daxwaza me ew e ku keça me Narîn di zûtirîn dem de sax û silamet bigihêje malbata xwe."

Dê û bavê Guranê jî diyar kirin ku tu pirsgirêka wan bi tu kesî re nîne û ev 4 roj in tu agahî ji zarokê xwe nagirin û spasiya hemû kesên ku piştgirî dane wan kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30