Ji bo avê ya gundê Çirika Pasûrê xebat hatin destpêkirin

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya gundê Çirika bi ser navçeya Pasûrê zend û bendên xwe badan.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên xwe yên ji bo avakirina sîstemeke binesaziya modern û peydakirina ava vexwarinê ya bi kalîte li navenda bajar, navçe û gundan didomîne.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya ku di vê çarçoveyê de projeyan dimeşîne, ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya ku bi salan e li Çirika bi ser navçeya Pasûrê ku bi qasî 250 welatî di 40 malan de tê de dijîn, xebatek da destpêkirin.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya gundikê Çirikê xebat dan destpêkirin ku 1400 metre xeta ava vexwarinê bê danîn. Bi qedandina xebatê re dê şêniyên taxê bibin xwedî ava vexwarinê ya saxlem û bi kalîte.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya taxên gundan wê veberhênanên xwe bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30