Hevşaredar Bucak Baxçeyên Hevselê û Geliyê Dîcleyê saxtî kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Baxçeyên Hevselê û Geliyê Dîcle yên ku di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên UNESCOyê de cih digirin lêkolîn kir û amaje bi girîngiya parastina herêmê kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Baxçeyên Hevselê yên di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de ne saxtî kir.

Bucakê ku Geliyê Çemê Dîcle û Baxçeyên Hevselê ziyaret kir bal kişand ser girîngiya parastina xwezayê. Bucak ji yekîneyên eleqedar xwest ku ji bo parastina rewşa xwezayî ya Geliyê Dîcle û Baxçeyên Hevselê, çêkirina rêyên meşê, paqijkirina jîngehê û sewze û fêkiyên ku li virê tên çandin û got, bila xwedîtî rewşa cotkarên li Baxçeyên Hevselê bê kirin.

'Divê Baxçeyên Hevselê û Geliyê Dîcle bên parastin'

Bucak diyar kir ku ji bo Baxçeyên Hevselê û Geliyê Dîcleyê di bin parastinê de bimînin û li herêmê kar û barên neqeydkirî bên astengkirin, divê tîmeke kontrolê ya gerok bê avakirin.

Hevşaredar Bucak li Baxçeyên Hevselê bi cotkaran re hat cem hev û li daxwazên wan guhdarî kir.

Di kontrolên li Geliyê Dîcle û Baxçeyên Hevselê de, ligel Hevşaredar Bucak, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û serokên daîreyan jî amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30