Serlêdanên pêşîn ên ji bo JINKARTê dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo serîlêdana JINKARTê ya ku jinên di navbera 18-64 salî de ku dahata wan tune ye, dest bi serîlêdana pêşîn kir. Serlêdanên ku li ser înternetê bên kirin dê di 9ê Îlonê de bi dawî bibin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo hêsankirina jiyana rojane ya jinên xwedî ewlekariya civakî ne, xebatên ku ji bo pêkanîna JINKART dabûn destpêkirin temam kir. Serlêdanên pêşîn ên ji bo serlêdana JINKART a ku jinên di navbera 18-64 salî de bê dahat pêk tê, îro li ser navnîşana https://jinkart.diyarbakir.bel.tr/ online dest pê kir.

Komîsyon dê serlêdanan binirxîne

Serlêdanên ji bo JINKARTê wê ji aliyê komîsyona ku di nav de Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel, Daîreya Xizmetên Civakî, endamên meclîsa şaredariyan û şaredariyên navçeyan jî di nav de ye, bên nirxandin.

Ji bo JINKARTê dê 90 car siwarî bên diyarkirin

Ji bo JINKART'ê ku dê di otobusên Şaredariya Bajarê Mezin de derbasdar be, mehane 90 (nod) car siwarî tên diyarkirin. Şaredariya Bajarê Mezin jî dê ji sedî 20 erzaniyê li ser tesîsên civakî û fealiyetên şagirtan bigire. Bi berfirehkirina pêkanîna JINKART'ê re jî tê armanckirin ku di gelek waran de xizmeta jinan hêsantir bike.

'Em projeyê pêk tînin'

Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz, diyar kir ku wan ji îro pê ve serlêdana JINKART'ê ya ku yek ji projeyên wan ên herî girîng e dane destpêkirin. Gurbuz, diyar kir ku dê di navbera 26'ê Tebaxê û 9'ê Îlonê de serlêdan bên kirin û got ku di çarçoveya xebatên jinan ên li qadê de tên kirin de yek ji pirsgirêkên ku herî zêde behsa wê tê kirin, çûnûhatin e.

Gurbuz wiha got: “Jinan gotin ku ji bo gihandina pêdiviyên bingehîn ên wekî perwerdehî û tenduristiyê jî di bikaranîna seferberiyê de zehmetiyên cidî hene. Em jî di projeya JINKARTê de wek karta xizmeta civakî xebitîn. Dibe ku em di paşerojê de serlêdanê berfireh bikin, lê di vê qonaxê de em wekî projeyek kartê ku jin ji sedî 20 erzaniyê werdigirin, bi taybetî di saziyên xwe yên civakî de, em vê yekê pêk tînin. Her meh dê 90 kartên siwarbûnê bên barkirin. Kart wê pêşî ji jinên ku dahata wan nîne re bê dayîn.”

Encam dê bi SMSê bêne agahdarkirin

Gurbuz, destnîşan kir ku dê di qonaxa ewil de serîlêdan online bên wergirtin û diyar kir ku komîsyona ku bê avakirin dê bi lez bixebite û encama serlêdanê dê bi rêya SMSê ji serlêder re bê ragihandin. Gurbuz got ku welatiyên ku serlêdana wan hatibûn qebûlkirin, ji ciyên ku hatine diyarkirin karin kartên xwe werbigirin.

Gurbuz diyar kir ku JINKART ji bo jinan stûna xebata wan e û ew ê bi lêkolîn û projeyên nû xizmetê bidin jinan.

 

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30