Hevşaredar Bucak serdana Komeleya Jinan Rosayê kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Komeleya Jinan a Rosa ziyaret kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Komeleya Jinan a Rosa ziyaret kir. Di serdanê de Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, serokên daîreyan û endamên meclîsê bi Hevşaredar Bucak re bû.

Piştî pêşwazîkirinê Hevşaredar Bucak bi Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen û endamên rêveberiyê re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de li ser xebatên hevpar ên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan nêrîn hatin parvekirin.

Seroka Komeleyê Îşbîlen ji ber serdanê spasiya Hevşaredar Bucak kir.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30