Ji bo gundê Kurdomerana Sûrê 14 hezar û 780 metre xeta avê hat çêkirin

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Sûrê bo gundê Kurdomera û gundikên girêdayî wê, 14 hezar û 780 metre xetên nû yên ava vexwarinê danîn.

Midûrtiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) bi proje û xebatên ku ji bo navçe û taxên gundewarî hatine amadekirin, pirsgirêka ava vexwarinê çareser dike.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya ku di vê çarçoveyê de projeyan dimeşîne, ji bo çareseriya pirsgirêka ava vexwarinê ya ku bi salan e li gundê Kurdomerana navçeya Sûrê gundên girêdayî wê heye, xebatek pêk anî.

Xebatên danîna xetê qediyan

Di projeya ku ekîbên teknîkî yên DÎSKÎyê dabûn destpêkirin de 14 hezar û 780 metre xebatên danîna xeta ava vexwarinê ya nû hat temamkirin. Xebata çêkirina depoya avê ya bi qebareya 100 metrekup dewam dike.

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê dê di demeke kin de projeyê biqedîne û li gundê Kurdomera û 3 gundikên girêdayî wê ava bênavber û saxlem werbigire.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30