Ji bo Narîn Gurana winda di çem de lêgerîn tê kirin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Narîn Gurana li gundê Çuloya navçeya Baxlarê winda ye bibînin, di çem de lêgerînan dikin.

Lêgerîna Narîn Guran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxê de li gundê Çuloya navçeya Baxlarê ya dema ji Qursa Qur'anê dihat careke din tu agahî jê nehat girtin, di roja 8'emîn de berdewam dike. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo dîtina Narîn Guranê hemû derfetên xwe seferber dike û piştgiriyê dide xebatên lêgerînê.

Tîmên ku îxbarek nirxand, di çemê ku ji gundikê Gonenli ya Navçeya Ozdemirê derbas dibe ku bi qasî 2 kîlometre dûrî taxa Tavşantepeyê ye, dest bi lêgerînê kirin. Ekîbên ku di çemê de dixebitin bi makîneyên kar ên girêdayî Midûriyeta Lêgerîna Rê û Koordînasyona Binesaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin qismen herikîna avê kêm dikin, karê di çemê de rehettir dike. Ekîbên îtfaiyeyê û AFADê xebatên xwe yên lêgerînê yên li kêleka çemê didomînin jî dê di nav çem de lêgerînan bikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30