Xebatên binesaziya niştecihên nû dewam dikin

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo 3 cihên ku li Taxa Talaytepeya navçeya Kayapinarê înşaeta wan qediyabû, dê 600 metre dirêj xeta kanalîzasyonê bê danîn.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) li tevahiya bajêr projeyên xwe yên binesaziyê didomîne.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê di çarçoveya xebatên xwe de ku ava gemar bi awayekî saxlem bê pengirandin û bi awayekî ku zirarê nede jîngehê, li 3 qadên ku hatin temamkirin li Taxa Talaytepeyê xeteke tora kanalîzasyonê ya 600 metre dirêj çêkir. 

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ'yê Mehmet Şerîfoglu diyar kir ku wan li gorî daxwazên welatiyan gavên pêwîst avêtine û destnîşan kir ku ji bo bajar xwedî binesaziyeke modern û rehet be projeyan pêk tînin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30