Hevşaredar: Em ê şûnwarên mîrata cîhanê yên UNESCOyê biparêzin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, diyar kir ku ji bo parastina şiklê xwezayî yê Geliyê Dîcleyê ew ê mîrateyên cîhanê yên UNESCOyê bi lêkolînên di cihî de, biparêzin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, ji bo parastina avahiya xwezayî ya Geliyê Dîcleyê da ku rê li ber avakirina nû bê girtin, xebatên xwe didomînin. Hevşaredaran avahiyên bê ruxset û bê destûr ên li qiraxa Çemê Dîcleyê ku ji Pira Kabî dest pê dike, ji Girê Çilsiwaran heta jora Pira Dîrokî ya Dehderî kontrol kirin. Hevşaredaran ku bi rêveberên dezgehên pêwendîdar re jî lêkolîn kirin, xebatên ku ji bo parastina pêkhateya xwezayî ya Geliyê Dîcle, paqijkirina jîngehê û pêşîgirtina li avakirina nû dikare were kirin, nirxand.

'Ji bo parastina vî gelî divê tîmeke parastinê bê avakirin'

Hevşaredaran diyar kir ku ji bo parastina Geliyê Dîcleyê divê tîmeke taybet bê avakirin û ji bo avakirina qadên civakî yên paqij û ewle ku welatî bêyî ku zirarê bidin ekosîstemê dê bi xwezayê re têkevin têkiliyê, ji aliyê yekîneyên têkildar ve lêkolîneke fîîbîlîte bê kirin. 

'Divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne'

Hevşaredaran bal kişand ser wê yekê ku ew ê şûnwarên mîrata cîhanê yên UNESCOyê biparêzin û diyar kir ku ji bo bajarekî bijûntir ew ê bi hemû aliyên peywendîdar re bi hev re tevbigerin û bang li her kesê ku xwe berpirsyar dibîne kir ku hestiyartir bin.

Di serdanê de Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û serokên dezgehên pêwendîdar bi Hevşaredaran re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30