Xwaringeha Gel dest bi xizmetê kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Xwaringeha Gel vekir.

Xwaringeha Gel a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji bo xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêşî xelkê bajêr bike, dest bi xizmetê kir. Li Xwaringeha Gel a ku ji bilî yekşemê her roj saet di navbera 12.00-17.00an de vekirî ye, wê bi 70 TL’yî firavîna bi 4-xwarin bê dayîn. Xwaringeha Gel a ku bi taybetî xwendekar û xwendekarên kêm-dahat wekî muxatab tê hesibandin, wê nava rojê xizmeta hezar kesî bike.

Bernameya vekirinê

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Wekîla Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Adalet Kaya, şaredarên Kayapinar û Yenîşehîrê, DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdarî vekirina xwaringeha Gel a ku li Kolana Hunerê ya navçeya Yenîşehîrê bûn. 

Herweha Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Zerrîn Turk, Reşat Bakan, Ozgur Yildiz û Aziz Ozdogan, endamên meclîsê, serokên daîreyan û welatî di bernameyê de amade bûn.

Hevşaredar Bucak: Ji bo gihîştina xwarina saxlem gava yekem

Hevşaredar Serra Bucak di axaftina xwe ya vekirinê de diyar kir ku ji 31'ê Adarê û vir ve bi lez û bez xebatên xizmetguzariyê yên bajêr dimeşînin. Hevşaredar Bucak got, "Em hêvîdar in ku ev ji bo gelê Ofîsê û esnafên me bi kêr were. Wê bibe yekem, em dikarin berdewam bikin. Xebatên me yên ji bo vê yekê dê bidomin. Feqîrî û zehmetiyên aborî hene, ev bû gava yekem ji bo bidestxistina xwarina saxlem."

Hevşaredar Dogan: Divê xwarina erzan bê dayîn

Hevşaredar Dogan Hatun diyar kir ku ji 31'ê Adarê û vir ve li şaredariyên ji qeyûm hatine girtin, bi gelek pirsgirêkan re têdikoşin. Hatun got, "Em ji bo hewcedariyên gelê xwe xebatên xwe didomînin" û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Weke hûn jî dizanin krîza aborî heye. Gelek kes nikarin zikê xwe têr bikin û li malê xwarinê çêdikin. Gihîştina xwarineke hem tendurist û hem jî erzan. Divê xwarina erzan bi dest bikeve. Wek xwaringeha gel ya ku me vekir, bibe cihê xelkê feqîr."

Xwaringeha Gel hate vekirin

Piştî axaftinan Hevşaredar Bucak û Hatun bi beşdaran re korda vekirinê birîn. Hevşaredaran xwarin li welatiyan belav kir û piştre li Xwaringeha Gel bi gel re şîv xwarin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30