Ji bo 120 xwendekaran desteka qirtasiyê

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li 120 xwendekarên ku ji kursên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ve hatin vekirin de malzemeyên qirtasiyê belav kirin.

Li xwendekarên beşdarî kursên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ve tên dayîn de malzemeyên qirtasiyê hatin belavkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serokên beşên pêwendîdar û xwendekar beşdarî bernameya ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hat lidarxistin bûn.

Hevşaredaran çenteyên ku tê de alavên qirtasiyê hebûn li xwendekaran belav kirin.

Midûriyeta Xizmetên Ciwanî û Werzîşê ji bo ku newekheviya derfetan di perwerdeyê de ji holê rabe dê ji 880 xwendekarên din re destekê bide. Beriya destpêkirina sala nû ya xwendinê dê çenteyên ku tê de malzemeyên qirtasiyeyê hene li xwendekarên xwedî derfetên aborî kêm bên belavkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30