Perwerde ji xebatkarên Şaredariyê re hat dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ji bo xebatkarên şaredariyê bernameya perwerdeyê li dar xist.

Bernameya perwerdeyê ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê ve bi hevkariya TBByê li Navenda Çandê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin.

Perwerdeya 2 rojan ji bo karmendên Şaredariya Bajarê Mezin a ku bi gel re di nava têkiliyê de ne, ji aliyê Zanîngeha Ondokuz Mayîs a Fakulteya Zanistên Tenduristiyê ya Beşa Xebatên Civakî ve Prof. Dr. Gulsûm Çamur û ji Zanîngeha Ondokuz Mayîsê ya Fakulteya Zanistên Tenduristiyê ya Beşa Xebatên Civakî û Endama Fakulteyê Dr.Aynur Arslan ve hat dayîn.

Akademîsyenan bi sernavê "Şiyanmendiya Ragihandinê ya Bingehîn, Têkiliyên Gel, Rêbazên Îqnakirinê, Rêvebiriya Pevçûn û Şarezayên Çareserkirina Pirsgirêkan" pêşkêşî kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30