Hevşaredar Hatun endamên Kolektîfa Hunerî ya Merkezkaçê qebûl kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, mazûvaniya endamên Kolektîfa Hunerî ya Merkezkaçê kir.

Endamên Kolektîfa Hunerî ya Merkezkaçê Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun ziyaret kir. Piştî pêşwazîkirinê Hevşaredar Hatun bi endamên Kolektîfa Hunerî ya Merkezkaçê re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de li ser xebatên çandî û hunerî nêrîn hatin guherandin.

 Endamên Kolektîfa Hunerî ya Merkezkaçê Hevşaredar Hatun ji bo bernameya vekirinê ya pêşangeha 14ê Îlonê vexwendibû.

Di serdanê de Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk  bi Hevşaredar Hatun re amade bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30