Hevşaredar Hatun: Hûn li taxa xwe bimînin, em ê werin cem we

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, li Baxçeyê Milletî yê Yenîşehîrê li pirsgirêkên gel guhdarî kir û got, "Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin û bajarê xwe xweş bikin. Li taxa xwe bisekinin, em ê werin cem we." 

Di çarçoveya Kampanyaya Paqijkirina Amedê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve di 5'ê Hezîranê de hat destpêkirin de, xebatên hişyariya civakî yên bi şîara "Em li parkan li gelê xwe guhdarî dikin, Amedê paqij dikin, qirêj nakin" tê meşandin, li Baxçeyê Milletî ku li şûna Stadyûma kevn a li navçeya Yenîşehîrê hatiye çêkirin, dewam kir. Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û serokên daîreyan beşdarî vê helmetê bûn.

"Divê her kes li hember paqijiyê hestiyar be"

Hevşaredar Hatun ku Baxçeyê Milletî yê Yenîşehîrê ziyaret kir, bi welatiyên li parkê bêhna xwe didan re sohbet kir, li daxwazên wan guhdarî kir, tûrikên çopê li gel belav kirin û xwest her kes balê bikişîne ser paqijiyê.

"Werin em jîngeha xwe paqij bikin"

Hatun got, "Divê em mafê paqijiya jîngehê biparêzin. Werin em alavên xwe paqij bihêlin da ku em sibe dîsa têkevin hundir."

Yên xwestin hatin tayînkirin

Hevşaredar Hatun ku xwest ciwan der barê paqijiyê de derûdora xwe hişyar bikin, fermana paqijkirin, nûkirin û temîrkirina parkê da.

 "Bajarê me dê dîsa xweş bibe"

Hevşaredar Hatun weha axivî: “Hûn dizanin bû 5 meh ku me Şaredarî girtiye. Îro em li Yenîşehrê, li vê parkê, di nav gelê xwe de ne. Berê vê derê cihê stadyûmê bû. Niha bûye park. Em li hemû taxan têne nav gelê xwe û di cî de li pirsgirêkên gelê xwe guhdar dikin. Û em bi hev re li çareseriyê digerin.  Em ê pirsgirêkên bajarê xwe tev bi hev re çareser bikin. Xebatên me her şev, her roj, her meh, her sal dê bedewam be. Li taxa xwe li benda me bisekinin. Li kuçeya xwe, li mala xwe li benda me bisekinin, em ê bên pê we. Em ê bi hev re bajarê xwe xweşiktir bikin.”

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30