Hevşaredar beşdarî meşa ji bo Narîn Guranê bûn

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî meş û daxuyaniya ji bo Narîn Gurana 8 salî ku mafê wê yê jiyanê hat pêpeskirin, bûn.

Rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên Amedê binpêkirina mafê jiyanê ya Narîn Gurana 8 salî ku ji 21’ê Tebaxê ve agahî jê nayê girtin, li gundê Çuloya navçeya Baxlarê bi meşekê protesto kirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, parlamenter, hevşaredarên navçeyan, nûnerên saziyên jinan û gelek kes beşdarî meşa ku ji ber Oryil Petrol a navçeya Baxlarê dest pê kir, bûn.

Meşa ku wêneyê Narîn Guran hilgirt heta ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê dewam kir.

Hevşaredar Hatun: Em li zarokan xwedî derkevin

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Piştî nûnerên Weqfa Koç û Alîkariya Mirovî û Komîsyona Zarokan a Baroya Amedê, Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun axivî û diyar kir ku ew dilgiran û hêrs bûne û got, “Divê malbat zarokên xwe biparêzin, li hemû cîhanê wiha ye. Lê di civaka me de malbat zarokên xwe naparêzin. Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku civaka ku em tê de dijîn rizî ye. Divê em pêşî lêborîna xwe ji xwe bixwazin ku me nikarî li zarokên xwe û civaka xwe xwedî derkevin. Em bangeke mezin li tevahiya civaka xwe dikin; Werin em dev ji vê rizandinê berdin. Beriya her tiştî em li zarokan xwedî derkevin; Beriya her tiştî em xwedî exlaqekî siyasî û çanda pêkvejiyanê ya ku mafê zarokan, mafê jinan, mafê ajalan û mafê hemû xwezayê diparêze, derkevin û van mafan biparêzin. An em ê van maf û nirxan biparêzin, an jî em ê her roj Narînekê di nav xwe de winda bikin.”

'Ev bar li ser milê me hemûyan e'

Hatun, bal kişand ku tu qanûn dê zarok û jinan neparêze û wiha dewam kir: “Eger qanûn naparêze bila em wan biparêzin. Îro 19 roj in li Amedê zarokek li qeraxa çemê Dîcleyê winda ye. Mixabin em hemû sazî; Şaredarî, Jenderme, Polîs, AFAD hemû di vê bûyerê de têk çûn. Li ser navê şaredariyê em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin. Divê em nehêlin Narîneke din bi destê malbata xwe winda bibe, divê em hemû bi hev re soza vê bidin. Em bang li dewletê dikin; 19 rojan te çi kir? We ava çemê Dîcleyê qut kir, we hemû leşker û polîsên xwe li wê herêmê kom kirin, we bi dehan caran lêgerîn kir, we çi parast li qiraxa çemê Dîcleyê? Zarok ne ziman, ne ol û ne jî siyaset heye; zarok tenê zarok e. Her zarok zarokek e, kê ew kuştiye bila bibe. Divê hûn bi berpirsiyariya xwe li zarokan xwedî derkevin. Divê hûn civakê biparêzin. Te yên ku Narîn kuştin parast. Agahî ji Tiba Edlî hat. Mixabin termê Narînê riziye. Îro nehat qetilkirin û her kesî bi vê kuştinê dizanî. Mafê hemû mirovan heye ku agahiyên rast werbigirin. Ev bajar xwedî mafê agahîwergirtinê ye. Mafê me heye ku em bipirsin ka çi qewimiye. Divê her kes bizane ku ji niha û pê ve em ê zarok û civaka xwe ji vê rizandinê biparêzin. Ev bar li ser milê me hemûyan e."

'Yên ku îhmal kirine bila hesab bidin'

Hatun di berdewamiya gotina xwe de bi bîr xist ku divê Walîtiya Amedê û dozger li ser bûyerê bisekinin û kesên ku di bûyerê de xemsarî kirine divê hesab ji wan bê pirsîn.

Daxuyanî bi axaftina Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar bi dawî bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30