Ji bo gundê Xelefan 2 bîr û 2 hezar metre xeta ava vexwarinê

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pirsgirêka ava vexwarinê ya gundê Xelefan a navçeya Pîranê bi 2 bîr û xeteke 2 hezar metre çareser kir.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ku xebatên xwe yên veberhênanê û nûkirina binesaziyê didomîne da ku ava vexwarinê bi awayekî bênavber û saxlem bigihîne cihên herî dûrî bajêr, pirsgirêka ava vexwarinê ya ku ji ber vê yekê diqewime jî çareser dike. 

DÎSKÎ ya ku di vê çarçoveyê de projeyan dimeşîne, ji bo hewcedariya ava vexwarinê ya gundê Xelefana navçeya Pîranê pêk bîne xebatek li dar xist.

2 hezar metre xet hat danîn

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji bo hewcedariya ava vexwarinê ya Xelefan bi cih bînin 2 bîrên kaysonê û 2 hezar metre xeta şebekeya ava vexwarinê çêkirin û pirsgirêka ava vexwarinê ya taxê çareser kirin.

Welatiyan ji ber xebatên ku hatine kirin kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya ekîbên Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê kirin ku giliyên ku bi salan e ji ber ava vexwarinê dijîn çareser kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30