Têjika pisîkê ku di lûleya avê re asê mabû hat rizgarkirin

Ekîbên Midûriyeta Îtfaiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, kitik/têjika pisîkê ku di lûleya avê de asê mabû rizgar kir û teslîmî xwediyê wê kir.

Li ser îxbara ku ji Taxa Yuvacika navçeya Çinarê ji xeta telefonê ya 112an hat wergirtin, Midûriyeta Îtfaiyê tedbîr girt. Ekîbên duh bi şev saet di 20.35an de bi hewara giliyê rabûn û di saet 20.36an de bo cihê bûyerê xwe da rê û di saet 20.55an de gihîştin cihê bûyerê.

 Ekîban têjika pisîkê bi qasî 15 deqeyan bêyî ku zirarê bide kitikê xilas kirin. Ekîban alîkariya ewil li cihê bûyerê kirin, pisîka ku di nav rûn û zengarê de bû paqij kir û li xwediyê wê vegerand.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30