Meclîsa Şaredariyê ji bo Narîn Guranê deqeyek rêz girt

Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Narîn Guran a ku mafê jiyana wê hat binpêkirin, bi deqeyeke rêzgirtinê civiya. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak li meclîsê axivî û got, "Em li vir vê hovîtiya rêxistinbûyî ya ku keçeke 8 salî qetil kir, şermezar dikin."

Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, duyemîn rûniştina civîna asayî ya meha Îlonê di bin serokatiya Hevşaredar Serra Bucak de li dar xist. Hevşaredar Dogan Hatun û endamên meclîsê beşdarî civînê bûn.

Hevşaredar Bucak: Tu gotin bi tu awayî nikarin xemgîniya me derbikin

Hevşaredar Serra Bucak a ku piştî deqeya rêzgirtinê dest bi rûniştinê kir, diyar kir ku cenazeyê Narînê ku 19 rojan nehate dîtin, çend roj in di ava çemê de, saetek û nîv dûrî gundê wê hatiye dîtin, û got, "Tu peyv tune ku em bişên pê xemgîniya xwe bilêv bikin, ne mimkûn e ku bi hevokan û peyvan were vegotin. Bi vê wesîleyê, em vê hovîtîya biorganîze ya ku keçeke 8 salî qetil kir, şermezar dikin. Wek Şaredariya Bajarê Mezin, li gel şaredariyên navçeyan û saziyên jinan em ê li bajarê xwe û li welatê xwe mafê jiyanê û jiyana zarokan biparêzin.”

'Polîtîkayên bêcezahiştinê rê li ber komkujiyan vedike'

Bucak aşkere kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê rê li ber komkujiyan vedike û wiha dewam kir: "Em ê bi parêzvanên mafên jin û zarokan û hemû pêkhateyên demokratîk ên bajêr re vê qetlîam û qetlîamên hovane lêkolîn bikin da ku bêceza nemînin. Mixabin siyaseta bêcezahiştinê ya li vî welatî, em anîne roja îro. Mixabin polîtîkayên bêcezahiştinê rê li ber qetilkirina jin û zarokan vedike. Mixabin li vî welatî bêhiqûqî zêde bûye û qurbaniyên wê jin û zarok in. Helbet barekî giran ser pişta civaka me ye. Em jî wek rêveberên herêmî ji bo van erkan xwedî berpirsyariyeke mezin in. Di dema ku jinên ciwan û dayik zarokan mezin dikin, pêdivî ye ku em gelek lêkolînan li ser hişyarî, hişmendî û parastina zarokan bikin."

Bucak bi bîr xist ku ji malbata Narînê 24 kes di bin çavan de ne û got ku ew ê ji bo hemû sûcdarên li pişt kuştina Narînê bên girtin û cezayê ku heq dikin bikevin nava tevgerê. Hevşaredar Bucak, di dawiya axaftina xwe de koma meclîsê vexwend ku ji bo Narînê deqeyek rêz were girtin.

Ji bo Narînê deqeyek rêz hat girtin

Piştî axaftina Hevşaredar Bucak, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin ji bo Narîn Gurana 8 salî ku mafê jiyana wê hate binpêkirin, deqeyek rêz girtin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30