Ji bo 3 hezar û 100 xwendekaran desteka kelûpelên mektebê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo 3 hezar û 100 xwendekarên desteng ên ku dest bi dibistanê dikin, destek da.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji ber destpêkirina sala perwerdehiyê ya 2024-2025an ji bi hezaran xwendekarên dezavantaj ên ku nû dest bi dibistana seretayî kirine re, destek kir.

Di bernameya ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hat lidarxistin de Alîkarê Sekreterê Giştî Ozgur Yildirim û Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Serkan Demîrkiran çenteyên ku tê de alavên qirtasiyê heyî, li xwendekaran belav kirin.

Xizmet dê bi feraseta şaredariya civakî berdewam bike

Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Serkan Demîrkiran, der barê xebatê de agahî da û diyar kir ku ew bi feraseta şaredariya civakî xebatên xwe didomînin. Demîrkiran, anî ziman ku ew ê bi heman ferasetê xizmetên xwe bidomînin û wiha got: “Weke Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ji bo 3 hezar û 100 malbatên ku bi feraseta şaredariya cemaweriyê dezavantaj in, me destek da. Me ew tevî malzemeyên qirtasiyê yên di çenteyên xwe de radestî zarokên xwe yên ku dê dest bi pola yekem bikin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30