Hevşaredar Bucak maça Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê temaşe kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, maça Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ji trîbûnan temaşe kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, maça Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê û Klûba Sporê ya Ciwanan a FOMGETê li Tesîsên Seyrantepeya Şîlbeyê bi temaşevanan re şopand.

Hevşaredar Bucak di navbera maçê de û di dawiya maçê de bi komên temaşevanan re hat cem hev û demekê bi temaşevanan re sohbet kir.

Hevşaredar Bucak piştî maç 1-1 qediya di daxuyaniya xwe de Tîma Futbolê ya Jinan a Amedpsorê pîroz kir.

Hevşaredar Bucak jî xwest hemû maçên Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ya li Amedê tên lîstin bên temaşekirin û wiha got:

"Em wek Hevşaredar û endamên meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, gelê hêja yê Amedê bi taybetî hevalên xwe yên jin ên ciwan vedixwînin da ku destekê bidin futbola jinan a Amedsporê. Divê hevalên me yên jin teqez cihê xwe di trîbûnan de bigirin."

Hevşaredar Bucak tevî endamên Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30