Li Zarokîstanên ku dê xizmetên pirzimanî bidin perwerdeyê dest pê kir

Ji bo sala perwerdehiyê ya 2024-2025an zengila ewil li Zarokistan û Malên Lênêrînê yên Bi Roj ku dê di bin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xizmetên pirzimanî bidin, lêdan.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo sala nû ya perwerdehiyê ya Zarokistan û Malên Lênêrîna Zarokan ên ku di heyama qeyûm de hatibûn rawestandin, amadekariyên sala nû bi dawî kirin.

Li Navendên Lênêrîna Bi Roj û Zarokistanên Baxcilar û 450 Evlerê û ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Teknîkî ve xebateke berfireh hat kirin.

Xwendekaran dest bi dersê kirin

Piştî ku xwendin bi dawî bûn li Zarokistanan zengila ewil hat lêdan û xwendekaran dest bi dersa xwe kirin.

Alîkara Sekreterê Giştî Zerrîn Turk, Ozgur Yildirim, endamên meclîsê, serokên beşan û dêûbav beşdarî merasîma ku ji bo vekirina saziyên perwerdeyê hat lidarxistin bûn.

Piştî ku qordeleyên vekirinê hatin birîn, Alîkarê Sekreterê Giştî û şandeya pê re serdana polan kirin û bal kişandin ser xwendekar û dê û bavan.

Em ê hejmara Zarokistanan zêde bikin

Di vekirinê de Endama Meclîsa Daîmî ya Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan axivî û diyar kir ku wan piştî 8 salan bi heyecaneke mezin Zarokistan vekirine.

Ceylan xwest ku Zarokistan ji Amedê û zarokan re bi fêde be û wiha got:

Îro me Zarokistan vekirin. Me zarok û malbatan bi heyecan pêşwazî kir. Zarok pêşeroja me ne, em ji bo pêşeroja zarokan çi bikin dê hindik be. Ev xebat dê dewam bikin û em ê di heyama pêş de hejmara Zarokistanan zêde bikin. Ez ji zarokan re di dema perwerde û hîndekariyê de serkeftinê dixwazim."

360 xwendekar dê perwerdeyê bibînin

Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Serkan Demîrkiran, diyar kir ku ew ji nû vekirina Zarokistanan kêfxweş in û got, “Wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê me kreşên Zarokistanê vekir. Me di kreşa xwe ya 450 Evlerê de bi tevahî dest bi xizmetkirina 160 xwendekaran kir. Me dîsa wek berê dest bi perwerdeya pirzimanî kir. Me bi 200 xwendekarî li kreşa xwe ya Bagcilarê dest pê kir. Em ê bi tevahî ji 360 xwendekaran re xizmetê bikin." 

Armanca me ew e ku hejmara kreşên xwe zêde bikin

Demîrkiran, anî ziman ku ew li gorî daxwazên gel xizmetê dikin.

“Em ê sê dan xwarinan bidin zarokan: taştê, firavînê û paşfiravînê. Armanca me ew e ku hejmara van kreşan li tevahiya bajêr zêde bikin. Em ê van bidin ber xizmeta gelê xwe."

Perwerdeya pêşdibistanê

Li Zarokistanên Zarokistan û Navendên Lênêrîna Bi Roj di çarçoveya perwerdehiya pêşdibistanê de dê ji zarokên di navbera 3-6 salî de ders bên dayîn. Zarok dê di çarçoveya çalakiyên civakî de ji atolyeyên şano, muzîk û hunerê sûd werbigirin.

Çalakiyên pêşdibistanê dê bi zimanên pirzimanî li Zarokistanê û Navendên Lênêrîna Bi Roj bên dayîn. Zarok dê rojên hefteyê di navbera saet 08.00-17.00an de ji kreşên Zarokistanê sûdê wergirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30